Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Walîtîya Şirnexê bi Sedan Çadirên Rûniştvanên Bajêr bi Zorê Radike


Piştî ku di 14'ê Adarê de li Şirnexê qedexe hat îlan kirin,`bi dehan hezar rûniştvanên bajêr bêçare ji malê xwe hîştin û ji bajarê xwe derketin.

Malbatên ku derfetê wan hebûn çûn gund, navçe û bajarên nêz, lê yên ku nikaribûn li ser rêya Şirnexê li deverên cuda jixwe re ji çilo û naylonan nêzî 800 çadiran çêkirin. Li gor agahîyan ji sê hezarî zêdetir zarok, jin, kal, pîr heşt meh in di van çadiran de dijîn.

Walîtîya Şirnexê roja Înê bi rêya polîsan ji malbata xwest ku di nav sê rojan de çadiran rakin û ji wir harin. Lê jiber ku derfeta wan tuneye nikaribûn herin.

Roja Duşemê polîsan li taxa ku jêre dibêjin Malên Afetê 250 çadiran xerakir. Îro jî dest bi çadirên mayî kirine.

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk ji Dengê Amerîka re da zanîn polîsan êrîşê ser wan jî kirîye û nehiştîne parlamenter derbasê ba malbatên çadiran bibin.

Xanim Bîrlîk da xuya kirin ku jibo malbatên di çadiran de jixwe re xanîyan ava bikin alikarîya malzeme, çimento û şiş kirine, lê asker û polîsan nahêlin malbat ji xwe re xanî jî lêkin.

Parlamentera Şirnexê got dema ku xwestîye bêje ku bê ka malbat bi ku ve harin cîgirê walî gotîye ji wan re ne derd e, diçin ku bila biçin.

Bîrlîk dibêje derdê dewletê ew e ku dixwaze Şirnexê bi tevahî vala bike. Lê gel naxwaze ji ser erdê xwe here.

Wê got li gorî plansazkirina bajêr biryarek hatiye derxistin û Şirnex weke deverek bi rîsk hatiye îlan kirin. Bi vê biryarê avakirina malan jî hatiye qedexe kirin.

KHF_10_25_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:02 0:00

XS
SM
MD
LG