Lînkên eksesibilîtî

Çavdêrîya Îraqî ya jibo Mafên Mirovan: Li Mûsilê Nêzî 4 Hezar Sîvîl Hatin Kuştin


Ahmed Peşer dibêje ku 23 kes ji malbata wî hatine kuştin

Li gor raporeke ku Çavdêrîya Îraqî ya jibo Mafên Mirovan (IOHR) amade kiriye di heyama operasyonên Mûsilê de nêzî 4 hezar sîvîl hatin kuştin û 10 hezar mal jî hatin hilweşandin.

IOHR, rapora ku li ser malpera xwe weşand bi alîkarîya sîvîlên ku ji Mûsilê revîyane hazir kir. Di raporê hatîye nivîsîn ku bi taybetî piştî operasyonên ku di 19’ê Sibatê de destpê kirine bi hezaran sîvîl hatine kuştin.

Li gor raporê heta niha 3846 sîvîl hatine kuştin.

IOHR'ê bang li hêzên Îraqî û koalîsyona navneteweyî kir ku berevanîya sîvîlan bikin.

‘’Hêzên Îraqî û koalîsyona navneteweyî divê jibo sîvîlên li rojavayê Mûsilê hemî tedbîran bistîne û dema operasyonan divê xwe ji kuştina sîvîlên bêçek bixefirîne.’’

DAIŞ’ê di sala 2014’an de Mûsil bi dest xist û serokê rêxistina tundrê Ebubekir el-Bexdadî ji wir xîlafeta xwe ya li ser erdên Îraq û Sûrîyê ragihand. Hêzên Îraqî û koalîsyona navneteweyî jibo ku Mûsilê bi şûnde bistînin di Cotmeha 2016’an de dest bi operasyonê kirin.

XS
SM
MD
LG