Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îskoçya jibo Serxwebûnê Referandumeke Nû Dixwaze


Serokwezîra Brîtanya Theresa May û Wezîra Yekê ya Skotlandê Nicola Sturgeon
Serokwezîra Brîtanya Theresa May û Wezîra Yekê ya Skotlandê Nicola Sturgeon

Seroka Partîya Neteweyî ya Îskoçya Nicola Sturgeon, îro Pêncşemê di preskonferanseke li Edinburghê de da zanîn ku jibo serxwebûna Skotlandê peyvajoya qanûnî daye destpê kirin.

Sturgeon dîyar kir ku piştî biryara Brîtanya ya jibo veqetîna Yekitîya Ewrupa (YE), divê jibo gelê Îskoç jî fersendeke fikirînê were dayîn. Wê got ku Brexit ji aborîya Îskoçya re gefek e ku divê welatê wan tedbîrên xwe bistîne.

Serokwezîra Brîtanya Theresa May,da zanîn ku fikra referandumeke nû jibo serxwebûna Skotlandê şaş e. May got ku heta danûsitandinên jibo veqetîna ji YE temam nebin, divê referandum li dar nekeve.

Ji alîyê din ve, Qralîçe Elîzabeth ya Duyê bernivîsa jibo veqetîna ji YE îmza kir.

Li gor bernivîsa ku bû qanûn, May dê biryara veqetînê ji Brukselê re ragihîne û piştre jî dê danûsitanên li ber e ku du sal dom bikin destpê bikin.

XS
SM
MD
LG