Lînkên eksesibilîtî

Îskoçya ji Londonê re Nameya jibo Serxwebûnê Dişîne


Serokwezîra Brîtanya Theresa May û Serokwezîra Rêvebirîya Xweser ya Skotlandê Nicola Sturgeon

Serokwezîra Rêvebirîya Xweser ya Îskoçya Nicola Sturgeon, nameya ku jibo Skotlandê careke din referanduma serxwebûnê dixwaze îmza kir.

Li ber e ku name, ji Serokwezîra Brîtanya Theresa Mayê re îro Înê were şandin.

Parlementoya Îskoçya, roja Sêşemê dijî 59 deng bi 69’an, peyvajoya jibo lidarxistina referandumê dabû destpê kirin.

Sturgeon dibêje ku piştî Brîtanya biryara veqetîna ji Yekîtîya Ewrupa (YE) da, mafê Skotlandê ye ku careke din ser serxwebûnê bifikire.

Hikûmeta Brîtanya dîyar dike ku heta peyvajoya Brexit bi dawî dibe, nahêle ku referanduma jibo serxwebûna Skotlandê were li dar xistin.

Di sala 2014’an de, di referanduma jibo serxwebûna Skotlandê de 55 ji sedê ‘’na’’ derketibû.

XS
SM
MD
LG