Lînkên eksesibilîtî

SOHR: Êrîşên Esmanî li Heleba Bin Kontrola Serhildayan 19 Sîvîl Kuştin


Fotoyeke arşîvê ji Heleba bin kontrola serhildayan, piştî êrîşên esmanî

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR)îro Sêşemê ragihand ku di êrîşên esmanî yên ser deverên bin kontrola serhildayan de, 3 ji wan zarok, 19 sîvîl hatine kuştin.

Dîreoktorê SOHR Rami Abdel Rahman ji AFP re got ku êrîşên esmanî yan ji alîyê firokên Rûsî, yan jî ji hêla firokên rejîma Esad hatine kirin.

Rahman da zanîn ku di êrîşan de bi dehan kesên din jî birîndar bûn ku rewşa hinekan xedar e.

XS
SM
MD
LG