Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Di Êrîşên Esmanî de 10 Sîvîl li Rojhilata Helebê Hatin Kuştin


Wêneyeke arşîvê ya piştî êrîşên esmanî li taxa Bab al-Nairab
Wêneyeke arşîvê ya piştî êrîşên esmanî li taxa Bab al-Nairab

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Sêşemê ragihand ku bi kêmî ve 10 sîvîl di êrîşên esmanî de li taxa Bab al-Nairab ya Helebê hatin kuştin.

SOHR da zanîn ku ew taxa ku bûye armanca êrîşên esmaî yên hikûmeta
Sûrî, yek ji taxên li rojhilata bajêr û ku hîn jî di destê serhildayan de ye.

Bizavkaran û medya dewleta Sûrî ragihand ku hêzên hikûmetê di çend rojên dawî de serkeftinên girîng li hember serhildayan bi dest xistine û karîne ku herêmên bin kontrola wan bikin du perçe.

Hêjayî balkişandinê ye ku hikûmeta Sûrî bi piştgirîya êrîşên esmanî yên Rûsî, girîngîyeke mezin dide Helebê ku bajêr ji destê serhildayan bistîne.

Civata navnetewî pir caran xema xwe li ser rewşa 250,000 sîvîlên li Helebê asê mayî dîyar dike û banga gîhandina xwarin û pêdivîyên binhegîn ji wan re dike.

XS
SM
MD
LG