Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR Radigihîne ku di Êrîşên Hikûmtê de Dehan Kes li Sûrîyê Hatin Kuştin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di êrîşa hikûmeta Sûrîyê de, li Helebê 45 ji wan zaro 409 kes hatine kuştin.

SOHR'ê herwiha ragihand ku di êrîşa çekdarên opozîsyonê de, li herêma di dest hikûmeta Sûrîyê de 35 ji wan zorok 113 sîvîl hatine kuştin.

SOHR dibêje ku jiber êrîşan bi deh hezaran kesên li rojhilata Helebê malên xwe terkandine. Tevî ku Washington û Moskowê, ku alîyên dijber yên şerê li Sûrîyê ne, hin hewildan kirine jî heta niha ti encam peyda nebûne.

Ji alîyê din ve, DAIŞ'ê li Palmyra îro Înê 15 leşkerên hikûmeta Sûrîyê û komên ku hikûmet pişgtigirîya wan dike kuştin. SOHRê da zanîn ku bi van kuştinan re hejmara kuştîyên hikûmetê di 24 saetan gêhişt 49 kesan.

Di encama şer û pevçûnên vê dawîyê de DAIŞ li çola Palmyra 2,5 kîlometreyan pêşde çû. Hikûmeta Sûrîyê ev bajarê dîrokî di meha Adarê de bi temamî ji dest DAIŞ’ê girtibû.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku ji Kurdan û Ereban pêk tê û Amerîka jî piştgirîya wê dike, hewil dide ku li alîyê Reqa ya navenda DAIŞ’ê azad bike.

Jêderên HSD’ê didine zanîn ku qonaxa duyê ya operayona Reqa sibe Şemî destpê dike û ew yek bi civêneke raghandinê wê were ragihandin.

XS
SM
MD
LG