Lînkên eksesibilîtî

Di Peqîneke de 6 Kes li Somalî Hatine Kuştin


Somalia: Thủ tướng được chỉ định sẵn sàng xây dựng đất nước

Karbidestên ewlekarî li Somalî dibêjin ku di peqîna bombeyeke otomobîlî de, li kolaneke şenîbar ya paytaxt Mogadîşu de, herî kêm 6 kes hatine kuştin, 4 kesên din jî birîndar bûn.

Karbidest dîyar dikin ku peqîn li nêzîkî otela Weheliyeqewimî û îhtîmal e hejmara kesên kuştî zêde be.

Ajansa Reuters ragihand ku otel ji peqînê zîyan nedît, lê avahîyên dora wê hilweşîyan.

Çend demjimêr berî wê peqînê, mînîbusek li nêzî xaleke kontrolê hate peqandin û ajotvan û 2 rêwî hatine kuştin.

Heta niha ti kes berpirsîya êrîşê ranekir ser xwe, lê rêxistina tundrê El Şebab pir caran êrîşên wî rengî pêk tîne û otel û marketan dike armanc.

XS
SM
MD
LG