Lînkên eksesibilîtî

El Şabab Êrîşî Bingeheke Leşkerî Dike, Jimareke Leşker Dikuje


Karbidestekî Somalî, di peqîna bombeyeke nav otomobîla wî de, îro Duşemê li paytaxt Magadişu hate kuştin.

Karbidestên Somalî radigihînin ku di peqîneke duyê de, êrîşvanekî xwekuj kampeke leşkerî kir armanc.

Heta niha ti kes berpirsîya peqîna otomobîlî bi ser xwe ve negirt, lê gruba Îslamî el Şabab ragihand ku wê êrîşa xwekujî ya li dervayê paytêxt kiriye.

Berdevkê bajarvanîya Magodişu Abdifatah Omar Halane ragihand ku karmendeke hikûmetê di êrîşê de hate kuştin.

Hêjayî balkişandinê ye ku êrîşa bombeyî ya El Şabab ya ser bingeha leşkerî, bi kêmî ve 15 kes kuştibûn ku ew jî zêdebûna êrîşên dijî hikûmeta nû têne nirxandin.

XS
SM
MD
LG