Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeka Amerîka de li Somaliya Çar Endamên Al-Şabab Tên Kuştin


Endamên Rêxistina Al-Şabab
Endamên Rêxistina Al-Şabab

Roja çarşembê berpirsekî leşkerê Amerîka li parzemîna Afrîka ragihand ku di êrîşeke leşkerê Amerîkî de li Somaliya 4 endamên rêxistina Al-Şabab hatin kuştin.

Serleşkerê hêzên Amerîkî li Afrîka got, wan êrîş li dij gropeke mezin ya çekdarên al-Şabab pêkaniye û di encam de 4 kes hatine kuştin, êrîş li nêzîk Tortorroow yaku çekdarên al-Şabab weke herêmeke xwe-parastinê avakirine pêk hatiye.

Hêzên Amerîkî gelek caran firokên bê firokevan jibo êrîşên ser gropên Îslamî yên radîkal bi kar anîne, di meha gulana îsal de leşkerê Amerîkî da bû xuyakirin ku hêzên wan berpirsê rêxistina al-Şabab Abdullahî Hajî Da'ud kuştiye.

Rêxistina al-Şabab li Somaliya hatiye avakririn, ew gropeke Îslamîyên radîkale, girêdana wan bi rêxistina terorist al-Qaida heye li parzemîna Afrîka, al-Şabab di van mehan de gelek êrîş li dij paytexta welat Magadîşo pêk anîne.

XS
SM
MD
LG