Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beşîr Atalay: Hevdîtinên bi Ocalan re Berdewam in


Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Beşîr Atalay , îro Duşemê ji rojnamevanan re got, hevdîtinên bi Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan re berdewam dikin.

Birêz Atalay, li ser hêvîyên çareserkirina pirsa Kurd û berdewama hevdîtinên karbidestên dewletê li Girava Îmrali’yê bi Serokê PKK’ê re daxuyanîyên girîng dide.

Ew dibêje, karbidestên wan yên îstixbaratê hevdîtinan bi Ocalan re pêk tînin û berî Kongreya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) jî hevdîtinek çêbûye.

Beşîr Atalay herwiha bal dikşîne ku îhtîmal heye mîna demên berê hin hewildanên provakatîf pêk werin. Birêz Atalay dîyar dike ku ewê hemî tiştên pêdivî bikin da ku rê li ber kiryarên wî rengî bigirin.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Beşîr Atalay li ser destpêbûna hevdîtina parêzeran ya bi Abdullah Ocalan re jî dibêje, di vê pêvajoyê de hîn gavek nehatîye avêtin. Ew dide zanîn ku li şûna parêzeran jibo birayê wî rêya hevdîtinê hatîye vekirin.


please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG