Lînkên eksesibilîtî

‘Birîna Kûr Roboskê’ li Stenbolê Hate Bîranîn


Salvegera kuştina 34 gundîyên Kurd bi bombeyên firokeyên şer yên Tirkîyê li gelek deverên Stenbol’ê jî bi çalakîyên cuda hate bîranîn.

Di van rêzeçalakîyan de, ji karbidestên hikûmeta Tirkîyê hate xwestin, berpirsên rûdana Roboskê dereng jî be derxin holê da ku werin dadgeh kirin û êşa malbatan kêmtir bibe.

Rêvebirîya Platforma Komelên Başûr û Rojhilat (DGD) li Stenbol’ê, ku komelên bajarên Kurdan dihewîne nav xwe jibo bîranîna Roboskê bi navê ‘Birîna Kûr Roboskê’ şevek çêkir.

Çend keç û xortên gundîyên Roboskê jî li şeva bîranînê amade bûn ku wan jî diyar kir, çiqas dem bi ser re here jî ew nikarin vê rûdanê jibîr bikin, çimkî piranîya kesên hatine kuştin zarok in û ti gunehekî wan nebû.

XS
SM
MD
LG