Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Ligel Provakasyonan jî Emê Dawîya Pêvajoyê Bînin


Recep Tayyip Erdogan.
Recep Tayyip Erdogan.
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan, roja Sêşemê li gruba partîya xwe ya parlemanê peyivî. Birêz Erdogan, terorkirina sê çalakvanên jinên Kurd li Parîsê, bibîr dixe. Ew, dibêje, ligel her cure provakasyonan jî ewên dawîya vê pêvajoyê bînin.

Hevseroka Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP), Gultan Kişanak jî îro Sêşemê, di axaftina xwe ya grûpa parlemanê de, piştgirîya berdewama pêvajoya dîyalog û çareserîyê kir ku yê vê pirsê çareser bike wekî qehreman binav kir.

Serokwezîr Erdogan, dide zanîn, di vê pêvajoyê de, berpirsîyarîke mezin dikeve ser milê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) û bang li hemû kesên dixwazîn di vê pêvajoyê de rolekî çêker bigirin serxwe dike. Ew, dibêje, ‘ligel her cure provakasyonan jî emê vê pêvajoyê temam bikin.’

Birêz Erdogan, piştî kuştinkarîya Parîs’ê tometkirina ser hikûmeta AK Partîyê, bi tundî rexne dike û bang li xelkê bajarên Diyarbekir, Dersîm û Mereşê dike ku dema rakirina cenazeyên her sê jinên Kurd, rê nedin tu provakasyonan.

Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, jî jibo selametîya pêvajoya çareserîyê piştgirîyê dide Serokwezîr Erdogan.

Birêz Kişanak, balê dikişîne ser merasîma rakirina cenazeyên her sê jinên Kurd, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku hemû kesên bawerîya xwe bi aştî, demokrasî û azadîyê tînin beşdar bibin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG