Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koma Lêkolînê ya Sînemaya Kurdî Hate Damezirandin


Mizgîn Mujde Arslan û Muhamed Gogustoprak.
Mizgîn Mujde Arslan û Muhamed Gogustoprak.
Li Stenbolê Koma Lêkolînê ya Sînemaya Kurdî bi kombûna çend derhênerên Sînemaya Kurdî di bin banê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî (IBV) de, hate damezirandin.

Çalakîya pêşî ya komê roja Înîyê li salona weqfê bi pêşandana 4 kurtefîlmên Kurdî yên bi navê, Bark (Omer Çakan), Berf (Erol Mintaş), Bisqilet (Serhat Karaaslan) û Toros Canavarı ‘Cinawirê Toros’ (Fırat Yavuz) destpê kir.

Li gor bernameya komê, wê her rojên Înîyan pêşandana fîlman berdewam bike û bi beşdaran re jî li ser sînemaya Kurdî sohbet werin kirin.

Damezirînerên komê di roja pênasînê de, radigînin ku ew dixwazin jibo pêşvebirina sînemaya Kurdî, lêkolînên akademîk pêk bînin, fîlmên Kurdî bigihînin pêş temaşevanan, kovareke Sînemaya Kurdî ya navnetewî bi zimanên Kurdî û Îngilîzî derxin û di rojên pêş de jî li Stenbolê festîvala sînemaya Kurdî saz bikin.

Yek ji damezirînerê Koma Lêkolînê ya Sînemaya Kurdî Muhamed Gogustoprak, ji Dengê Amerîka re behsa damezirandina komê dike ku dixwaze kesên bi sînemayê re eleqedar bi wan re kar bikin.

Damezirînereke din ya komê Derhêner Mizgîn Mujde Arslan jî dibêje, di jiyana Kurdan de xemgînî, şer û penaberî heye, lê ji alîyekî ve tiştên baş jî çêdibin ku ev jî sînemaya Kurdî ye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG