Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hasîp Kaplan Êrîşa li Dijî Parlamanterên BDP’ê Dinirxîne


Parlamenter Hasîp Kaplan
Parlamenter Hasîp Kaplan
Parlamentarên Partîya Aştî Demokrasîyê (BDP) ku ligel şandeya Kongra Demokratîk ya Gelan (HDK), jibo vegotina pêvajoya çareserîyê serdana bajarên Herêma Behra Reş li Tirkîyê dikirin, roja Duşemê li bajarê Sînopê rastî protesto û êrîşa grûbên neteweperest hatin.

Şandeya ku ji parlamentarên BDP’ê Sebahat Tuncel, Levent Tuzel, Sirri Sureyya Onder û Ertugrul Kurkçu pêk dihat, dema ji bajarê Çorûmê derbasî Sînopê bûn, li wir ji alîyê grûbeke neteweperest ve hatin protesto kirin û rastî êrîşê hatin.

Heyeta BDP û HDK’ê piştî êrîşê biryar girt serdana xwe berdewam bike ku îro Sêşemê jî li bajarê Samsûnê danûstandinan dikin.

Parlamentarê Şirxnexê yê BDP’ê Hasîp Kaplan, ji Dengê Amerîka dibêje, berîya ku serdana BDP û HDK’ê destpê bike bi hefteyekê hatîye ber guhê wan ku wê provokasyon pêk werin, lê karbidestên hikûmetê û rêveberîya bajarê Sînopê pêşîya wê negirtine.

Birêz Kaplan, li ser şandeya ku li girava Îmralîyê here serdana rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî dide xuya kirin ku ew hêvî dikin di nav du sê rojan de ev hevdîtin pêk were.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG