Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdana BDP’ê Bo Îmralîyê Dawî Hat


Zîndana Îmralî.
Zîndana Îmralî.
Şandeya ku roja Şemîyê çûbû serdana serokê Partîya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan li zîndana Îmralîyê vegerîya.

Di vegerê de daxuyanîyeke kurt ji alîyê Cîgira Serokê Gruba BDP'ê li Parlemanê Pervîn Buldan ve ji rojnamevanan re hate dayîn.

Pervîn Buldan ji bilî vê daxuyanîyê dibêje, wê berfirehîya hevdîtinê ji alîyê hevserokên BDP'ê ve ji bîragiştî re were eşkere kirin.

Pervîn Buldan got,berî her tiştî jiber ku qîmetê didim keda wan silavên xwe ji endamên medyayê re dişînim. Ev hevdîtin gaveke dîrokî ye. Em di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin. Lazime hemû alî di vê pêvajoyê de pir hestîyar bin.

Di destê dewletê de girtî hene. Di destê PKK'ê de jî girtî hene. Divê PKK baş li wan girtîyan binêre. Hêvîdarim di zûtirin demê de bigihîjin malbatên xwe.”
XS
SM
MD
LG