Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Gotûbêj li Ser Pêvajoya Îmrali'yê Berdewam in


Partîyên sîyasî yên li Parlemana Tirkîyê roja Sêşemê di gotarên grubên xwe de, Pêvajoya Îmrali’yê ku hevdîtin bi Serokê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan re tên kirin, nirxandin.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, di axaftina xwe ya parlamanê de, got ku em neteweperwerîya li ser qoqê serîyan anku kiloxan qebul nakin.

Birêz Erdogan, jibo rawestandina xunrijandinê ji Partîya Gel ya Komarî (CHP), Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) û BDP’ê dixwaze berpirsîyê bigirin ser xwe da ku peşkên wê xunnê li wan nekevin.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demirtaş jî dide zanîn, ew jibo ku pêvajo veguhere muzakereyan û aştîyeke mayînde pêk were, xebatên xwe berdewam dikin ku bendewarîya gel û bîragiştî jî hesreta aştîyê nîşan dide.

Hevserokê BDP’ê herwiha li ser Pêvajoya Îmrali’yê rexneyê li hikûmeta AK Partîyê digire ku çima xwe dixe navenda pirsê û bi pirsnameyan hesabê hilbijartinan dike.

Demirtaş dibêje, hesabên AKP’ê wan dixe metirsîyê ku xala diduyan ya metirsîyê jî hîn hikûmetê nexşerîya xwe ya pêvajoyê zelal nekirîye.
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG