Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dibêje di Kemînekê de 6 Karmendên Mirovahî li Sudana Başûr Hatine Kuştin


Karbidestên Neteweyên Yekbûyî dibêjin ku di kemînekê de 6 karmendên mirovahî li Sudana Başûr hatine kuştin.

Karbidest radigihînin ku ew karmend roja Şemî hatine kuştin, dema ew bi konvoyê ji paytaxt Juba ber bi bajarokê Pibor ya li rojhilatê diçûn.

Berpirsê karên mirovahî yê Neteweyên Yekbûyî Eugene Owusu ew kuştinkarî şermezar kir û wek got kiryareke hovane bi nav kir.

"Di vê demê de ku pêdivîya alîkarîya mirovahî giheştiye asteke pir bilind, bi ti awayî nayê qebûl kirin ku kesên hewil didin alîkar bin, bi wî awayî dibin armanca êrîşan û têne kuştin," Owusu got.

Neteweyên Yekbûyî bal dikşîne ku ji destpêbûna şerê navxweî ya di sala 2013’an vir ve, êrîşa herî xirab e ku jimareke wiha bilind ya karmendên mirovahî di êrîşekê de têne kuştin.

Îsal heta niha 12 karmendên mirovahî li Sudana Başûr hatine kuştin û ji destpêbûna şerê navxweyî vir ve bi giştî 79 kes jîyanên xwe hinda kirine.

XS
SM
MD
LG