Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

16 Parêzer Hatin Kuştin di Teqîna Doh de li Paytexta Sûriye


Serokê sendîqa parêzerên Sûrî Nizar Skeif dibêje, di êrîşa xwekûjî de ya doh Çarşemê li seraya dadweriya kevin li Dîmeşqa paytext,16 parêzer hatin kuştin

Serokê sendîqa parêzerên Sûrî Nizar Skeif dibêje, di êrîşa xwekûjî de ya doh Çarşemê li seraya dadweriya kevin li Dîmeşqa paytext,16 parêzer hatin kuştin

Herwiha jî Skeif got, ku ev êrîşa li ser avahiya dadweriyê bû, ji bo ku moralê xelkê sûrî têk bibe û tiresê li nav wan belav bike.

Teqîn di doh Çarşemê de li xwaringeha seraya dadweriyê bû, ku li nêzî 30 kesî tê de hatin kuştin.

Di vê teqînê de tu dadwer nehatine kuştin li gorî Skeif, lê parêzer û kesên sivîl hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG