Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girîngtirîn Bûyera Werzişî li Amerîkayê


Şeva Yekşemê girîngtirîn bûyera werzişî li Amerîkayê birêve diçe.

Di fînala lîga futbola Amerîkî de (NFL), ku bi ‘Super Bowl’ dihête nasîn, tîma Baltimore Ravens rû bi rûya tîma San Francisco 49ers dibe.

Super Bowl a vê salê li yarîgeha Mercedes-Benz Superdome li bajarê New Orleans, wîlayeta Louisiana, birêve diçe.

Tiştê herî balkêş ew e ku bo cara yekê di dîroka NFL de rahênerên herdu tîmên beşdar di Super Bowl de bira ne. John Harbuagh rahênerê tîma Baltimore Ravens e û birayê wî, Jim Harbuagh rahênerê tîma San Francisco 49ers e.

Herwiha buhayê reklamên televizyonê li demê yarîya Super Bowl pir giran e. Li gorî raportan, buhayê her 30 sanîyên (çirke) reklamê, 40 milyon dollar e.
XS
SM
MD
LG