Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Şerê Navbera Tundrêyan û Hikûmeta Sûrî de Pirtir ji 70 Kes li Nêzîkî Helebê Hatin Kuştin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Înê ragihand ku di şerê navbera çekdarên bi el Qaydê peywendîdar û hêzên hikûmeta Sûrî de, herî kêm 73 kes li gundekî nêzîkî Helebê hatin kuştin.

SOHR da zanîn ku tundrêyên Nusra demeke zûtir ya îro karîbûn gundê Khan Touman û dora wê, piştî ku şerekî dirêj bixin bin kontrola xwe.

Gundê navborî 15 kîlometre başûrê rojavayê Helebê ye û jiber nêzîkbûna wê ya otobana Şam-Helebê bo dijberên hikûmetê xwedî girîngîyeke stratejîk e.

Êrîş ji alîyê koma tundrê Jeyş el-Fatah ve hate kirin ku ew grub qebûl nekir ku xwe bi agirbesta vê dawîyê pebend bike.

XS
SM
MD
LG