Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîmen Tazîkirina Sîvîlan li Surê Dibe Armanca Nerazîbûnan


Parlementerên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li ser dîmenên tê îdîa kirin ku li Sur ya Amedê hatine tomar kirin, du pirsname raberî meclîsê kirin.

Di dîmenên ku ser hesabekî Youtube hat belav kirin de, zarok û jinên ji nav kavilan derdikevin, jiber xwestina polîsan kincên xwe heta sîngan radikin û zik û pişta xwe nîşan didin.

Parlementerên HDP'ê Feleknas Uca û Sîbel Yîgîtalp, do Duşemê du pirsnameyên cuda dan meclîsê ku Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu bersîv bike.

Di her du pirsnameyan de jî hat gotin ku jin û zaroyên ku dema qedexeya derketina derve ya li Surê, ji herêma şer hatine derxistin, bi zora polîsan hatine tazî kirin û tacîz kirin.

Uca di pirsnameya xwe de dîyar kir ku anons ji wesayîta zirxî tê kirin û dîmen jî yan ji hêla polîsan, yan jî ji ya leşkerên Tirk ve hatine girtin.

Yîgîtalp jî daxuyanîyên fermî yên dewletê bi bîr xist û da zanîn ku dema qedexa dewam dikir, walîtîya Amedê jibo sîvîlan korîdora derketinê vekirîye û 19 ji wan zarok 63 kes ji Surê derketine.

Di her du pirsnameyan de jî ji wezaretê hat pirsîn ku di dîmenan de ew kesên ji Surê derdikevin kî ne, dîmen kê kişandiye, kê di înternetê de belav kiriye û eleqeya wan bi wezaretê heye yan na.

XS
SM
MD
LG