Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamentera HDP’ê Yîgîtalp Dîmenên Nû yên ji Sur’ê Dinirxîne


Taxa Sur ya Amedê
Taxa Sur ya Amedê

Çend roj bere hin dîmen li ser sîvîlên Sur’ê, ku di dema qedexeyan de ji Sur’ê tên derxistin, di medya civakî hatin belav kirin.

Ew dîmen di dema operasyonên li Sur’ê, saleke berê hatine girtin. Di vidyo de zarokên biçûk ji alîyê hêzên ewlekarîyê di operasyonek de tên derxistin. Ji zarokan tê xwestin ku xwe tazî bikin, pêlavên xwe derxin.

Di dîmenan de jî xuya dike ku zarok pir tirsîne. Navê wan zarokan ne dîyar e û nayê zanîn ku ew niha li ku ne.

Operasyon û pevçûn li Sur’ê 103 rojan dewam kiribûn û di dema qedexê de hin sîvîl jî li Sur’ê mabûn.

Bi hewildanên HDP’ê, jibo sîvîl ji wir derkevin, walîtîya Amedê du caran korîdora mirovahî vekiribû û 22 ji wan zarok, 63 kes hatibûn derxistin.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp da zanîn ku dema operasyon û qedexeyan de ji zarokên ku li Sur’ê hatin derxistin, çar zarok ligel dê û bavê xwe li girtîgehê ne û derheqa 19 zarokan de jî lêpirsîn hatiye vekirin.

“Di eslê xwe de li Sur’ê gelek sûcên mirovahîyê, tawanên ceng pêk hatin. Piştî salek vîdyoyeke ku ji alîye polîsan hatiye girtin, li ser înternetê hat belav kirin. Di wir de jî xuya dike ku hêzên ewlekarîyê ew zarok çawa tacîz kirine."

Yîgîtalp bi berdewamî got ku ew dîmen li çi welatî belav bibûna dê nerazbûneke mezin derketana, lê jiber ku ew zarokên Sur’ê ne, Kurd in, kes bertek nîşan nade.

KHF_1_17_16_Yigitalp
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:18 0:00

XS
SM
MD
LG