Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Dorpêçkirina Musilê de DAIŞ Rêkên Sûriyê bi Kar Tîne


Syria to Iraq ISIS supply route
Syria to Iraq ISIS supply route

Li vê dema ku, operasyona rizgarkirina bajarê Musilê berdewam dibe, rêxistina Daîş ya terorîst xwe dispêre herêmên li jêr kontrola xwe li Sûriyê da ku xwarin û pêdiviyên din derbasî Mûsilê bik, wekî raportên ji nav Sûriyê didin xuyakirin.

Bi kêmanî “15 kemyon bi şînkayî, şekir, ard û birinê barkirî ji bajarê Reqayê berê xwe dan Mûsilê,” ajansa Smart News ya Sûrî ragihand.

Di vê qonaxê de, Mûsil ji sê hêlan ve hatiye dorpêçkirin. Hêzên Pêşmerge ji rojhilat û bakurê bajêr ve êrîş dikin û hêzên artêşa Îraqî jî ji başûr ve Daîş topbaran dikin. Lê ji aliyê rojavayê bajêr ve, Daîş hîn jî rêyekê bikar tîne da ku alîkarî û pêdiviyan derbas bike.

Temam Barûdî, pisporê abûrî yê Sûrî ji Dengê Amerîka re dibêje ku hêzên li jêr kontrola Daîş li Sûriyê yên herî dewlemend in.

Heta berî ku opeasyona Mûsîlê destpê bike, Daîş abûriya navxweyî yaw ê herêmê li Îraqê bikar tanî. Lê nuha rêxistina terorîst jêderên xwe li Sûriyê jibo xizmeta Mûsilê bikar tîne.

“Bajarên wekî Dêra Zorê û Reqa ku li herdu rexên çemê Feratê dikevin, gelekî zengîn in û wekî selika xwarinê li Sûriyê tê nasîn,” Barûdî got.

Wî herwiha da zanîn ku rêjîma Sûrî jî berê ev herêm girîng di warê abûrî de dida zanîn.

Operasyona Mûsilê ketiye hefteya duwem û xuya dike ku Daîş hîn jî dikare debara xwe li nav bajêr bike, lê karbidestên leşkerî bawer dikin ku di demeke nêzîk de ewê rêxistina terorîst pûç bibe.

“Daîş dizane ku ewê di nav du hefteyan de bi temamî werin dorpêçkirin,” komandarê Pêşmerge Sime Usalî ku nuha li Başîqa ye ji Dengê Amerîka re eşkere kir.

“Wan hîn derfet heye ku herin nav Musilê û ew vê yekê bikar tînin. Lê nêzîk ew rê jî tê birîn,” Usalî got.

---------------------------------

*Sirwan Kajjo

XS
SM
MD
LG