Lînkên eksesibilîtî

Êrîşa Xwekujî Ser Qesra Dadweriyê li Şamê 25 Kuştî


Arşîv: Avahiyê Qesra Adlî li Dîmeşqê ya ku Çarşemê êrîşek xwekujî di nava wê de pêkhatî

Çarşemê êrîşek xwekûjî de li navenda paytexta Sûriyê Dîmeşq pêkhat, bi kêmî 25 kes hatin kuştin, lê hurgiyilên vê êrîşê nehatin zanîn.

Ajansan îro li gur çavkaniyên fermî yên dewleta Sûrî û ajnasa Nûçeyên dewletê ragihandin ku kesekî xwekuj yê bombekirî êrîş di nava avahiyê qesra Adlî de, ku weke dadgeha sereke ya dîmeşqî tê naskirin pêka aniye di encamê êrîşê de bi kêmî 25 kes hatine kuştin.

Ev êrîş pêkhat piştî ku, kêmtir ji heftiyekê êrîşên bi heman şêwey li hember mezargehek Şî'iyan li Dîmeşq pêkhat bû, 40 kes hatbûn kuştin û 120 kes birîndar bûbûn, piraniya wan welatiyên Îraqî ji mezhebê Şî'iî bûn.

Rêxistina şîdetkar ya girêdatî Al-Qaida li Sûriyê ew êrşî girt bû ser xwe.

XS
SM
MD
LG