Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îstîxbarata Hollanda Hişyariya Cîhadîyên Zarok Dide


Saziya Îstîxbarata Hollandî îro Çarşemê di raporeke xwe de hişyariyê dide ku grubeke zarokên cîhadî yên Hollandî li Îraq û Sûriyê hene û dibe ku ew di nava gruba DAIŞê de, li herêmên aloz rahênanên leşkerî dîtibin.

Di rapora xwe ya ku îro hatiye weşandin de saziya Îstîxbaratê dibêje ku li Îraq û Sûriyê zêdetirî 80 zarokên cîhadî hene. "Dibe ku ew li gel dêûbavan yan ji yekî ji wan çû bin wan herêman, yan jî li wê derê hatibin dinê," raport dibêje. Di raportê de herwiha tê balkişandin ku rêjeya 20% ji wan zarokan 9 salî yan mezintir in.

Saziya Îstîxbaratê bi berdewamî dibêje ku divê li seferkirina wan kesan û hatina nav axa Hollanda di hişyar bin.

Deshilatdarên Hollandî bi şêweke rutînî kesên gumanbar yên ji Îraq û Sûriyê tên, yan jî, ji herêmên şer û pevçûnan, digrin û lêpirsînê li dij wan didin berdewam kirin.

XS
SM
MD
LG