Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Staffan de Mistura: Roja 29ê Hezîranê Dê Paşeroja Danûstendinên Sûriyê Zelal Bibe


Şanderê taybet yê Netewên Yekgritî Staffan de Mistura yê kû rêveberiya danûstendinên aştiya li Sûriyê dike da zanîn ku, roja 29ê hezîran dê biryar bihê dan kanê kengî danûstendinên aştiya li Sûriyê cardin dê bihên berdewamkirin.

De Mistura got"roja 29î hezîranê civata ewlekariyê dê di civîna xwe de gelek hilbijêran bêxe berçavan", herweha de Mistura da zanîn ku, di serdana emîndarê giştî yê Netewên Yegirtî Ban Ki-moon de dema ew çû bûn Rûsiya, li bajarê St. Petersburg bi serokê Rusiya Vladimer Putin û wezîrê derve Sergey Lavrov gotûbêj encamdan piraniya van gotûbêjan liser pirsa danûstendinên aştiya li Sûriyê bûn.

Jibo cardin despêkirina danûstendinên aştîya li Sûriyê, de Mistura serdanên gelek welatan kir, hatiye plankirin ku di rojên bihên de serdana her yek ji Dîmeşq û Riyazê jî dike.

Wek tê zanîn, danûstendinên pirsgirkên Sûriyê dawiya meha Nîsana borî hatbûn rawestandin û agirbest hatbû binpêkirin, aliyên hevdij her yekî yê din bi binpêkirina agirbestê tawanbar dikir.

Desteya bilind ya opozisyona Sûrî ya ku, ji aliyê Erebistana Saudî û Tirkiyê de tê piştevanîkirin, hikûmeta Sûrî û Rusiyayê bi binpêkirina agirbestê tawanbar dikin, herweha Rusiya û hikûmeta Sûrî ji dervey çekdarên DAIŞê hind gropên di nava opzisyonê de jî, weke rêxistinên terorîst dibînin û wan dixin dervey biryara agirbestê, êrîşên xwe li dij wan gropan berdewam dikin.

XS
SM
MD
LG