Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Caferî: Êrîşên Dawî jibo Pûçkirina Hevdîtinên Cenevrê Hatine Plan Kirin


Beşar Caferî
Beşar Caferî

Berdevkê şandeya hikûmeta Sûrîyê, Beşar Caferî îro Înê derbarê hevdîtinên aştîyê yên li Cenevrê got ku ger Amerîka yan Tirkîyê bê hevkarîya bi Serok Beşar Esad êrîşî Reqa bikin, ewê ne operasyonên rêwa bin.

Caferî dîyar kir ku dewletên wek Brîtanya, Fransa, Tirkîye û Qatar ku piştgirîya serhildayan dikin sponsorên terorîzmê ne.

‘’Hemî êrîşên terorîsrtî yên wiha, berê hemî alîyan didin şikestinê û dibin sedema têkçûna mezin di prosesa dîplomatîk û polîtîk de,’’ Caferî got.

Caferî bi berdewamî da zanîn ku êrîşên dawî yên serhildayan jibo xerabkirina hevdîtinên Astana û Cenevrê hatine plan kirin.

XS
SM
MD
LG