Lînkên eksesibilîtî

Amerîka Wek Bersîvdana Êrîşa Kîmyayî, li Firîngeheke Sûrîyê Dixe


Di vê wêneya arşîvê de muşekeke Tomahawk ji gemîyeke Kendava Farisî tê avêtin

Leşkerîya Amerîka berî demeke kin bi muşekên Tomahawk fîrîngeheke rejîma Sûrî ya li nêzî bajarê Humsê xist.

Karbidestên leşkerî ji kanala NBC re ragihand ku firîngeha lêxistî, bi bawerîya wan jibo êrîşa kîmyayî yê vê dawîyê, ku pirtir jî 100 kes tê de hatibûn kuştin, hate karanîn.

Du keştîyên şerker yên Amerîkî li Derya Sipî dora 60 muşekên Tomahawk avêtin tek armanca dîyarkirî ya — firîngeha Ash Shairat ya li Humsê ku rejîma Sûrî çekên kîmyayî ji wê derê bi kar anîne.

Demûdest agahî bi dest neketin ku kuştî hene yan ne. Kaarbidestên Amerîkî ji NBC re ragihand ku mirov nehatin armanc girtin, lê binesazîya firîngehê û firokên wê derê hatin hatin xistin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG