Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Swîsre Tedbîrên Ewlekariyê Distîne


Roja çarşemê ji bajarê Cenevre ya Swîsre hat ragihandin ku, polîsên Swîsre li firîngehan dest bi lêgerînên ewlekariyê kirin e, nasname û her tiîtş di şopînin.

Polîsê Swîsre ev tedbîr stendin piştî bûyer û êrîşên çekdarî li welatê cîran Fransa pêkhatîn bi taybet buyera doh ya rehînegirtina 5 kesan û serbirîna qeşekî dêra katolîkan li herêma Normandy.

Peyvdarê polîsên Swîsre Sylvain Guillaume-Gentil ragihand ku lêgerînên wan û daxwaza nasnameyan girêdayî êrîşên li Fransa nîne, ew dixwazin tedbîrên xwe yên ewlekariyê bistînin, peyvdar tiştek din derheq van lêgerînan de negot.

Roja çarşemê rêvebiriya polîsanên Swîsre li ser malpera xwe ya Facebookê dabû xuyakirin ku, ewê tedbîrên ewlekarîyek tund bigrin, ev jî di çarçeva wan pêzanînan de ne ku lidûvçûn û lêgerîn li gelek herêmên welatên ewrupa hatine destpêkirin.

XS
SM
MD
LG