Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jiber Êrîşên DAIŞ'ê Endazyar ji Bendava Tabqa Derketin


Bendava Tabqa
Bendava Tabqa

Reuters radigihîne ku DAIŞ'ê li Bendava Tabqa ya ser Çemê Feratê êrîş bir ser Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û kir ku endazyarên ku çûbûn bendavê tamîr bikin ji wir derkevin.

Di du êrîşên DAIŞ'ê yên ji başûrê bendavê de ti kes birîndar nebû ku di wê kêlîyê de muhendîsan hewil dida ku derîyên bendavê vekin û tazyîkê bidin ava wê.

HSD, ku pêşengîya wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike, hefteya borî bakurê bendavê ji dest DAIŞ'ê rizgar kiribû.

XS
SM
MD
LG