Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên HSD'ê Taxeke Din ya Tabqa ji DAIŞ'ê Paqij Dikin


Bendava Tabqa
Bendava Tabqa

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îro Duşemê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku hêzên wê taxeke bajarê Tabqa ya bin destê DAIŞ'ê kontrol kiriye.

HSD çend hefte ne li Tabqa şerê DAIŞ'ê dike û hewil dide ku hem bajarê stratejîk hem jî bendavê bixe bin kontrola xwe, berî ku dest bi operasyona rizgarkirina Reqa bike.

Operasyona HSD’ê ya ser Tabqa, piştî ku hêzên Amerîkî alîkarîya HSD’ê kiribûn ku di dawîya Adarê de hêzên xwe ji esman û ji ser Çemê Fêratê derbazî hêla din bikin.

Li gor nexşeya ku HSD’ê di hesaba xwe ya medya civakî belav kiriye, şervanên wê niha gelek nêzîkî quncika başûr ya bendavê bûne ku kargeha hîdroelektrîk û avahîyên rêvebirinê lê ne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku HSD’ê hêla bakur ya bandavê ku dirêjîya wê 4 km ye, di hefteyên borî de xistibû bin kontrola xwe.

XS
SM
MD
LG