Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Selahettin Çoban Salvegera Kuştina Tahir Êlçî Û Pêla Girtinan li Tirkiyê Dinirxîne


Tahir Elci
Tahir Elci

Serokê Baroya Amedê Tahîr Êlçî yê ku di 28'ê Mijdara sala par de, li navçeya Sûrê ya Amedê hat bû kuştin hat libîranîn. Di salvegera kuştinê de Êlçî ji aliyê rêveberên Baroya Amedê ve hat bibîranîn. Lê destûr nehat dayîn ku bîranîn li Kolana Yenîkapi ya ku Êlçî li wêderî hat bû kuştin merasîm bihê lidarxistin.

Di salvegera kuştina Tahir Êlçî de û pêlên girtin û binçavkirinan li Tirkiyê Dengê Amerîka pişka Kurdî hevpeyvînek li gel çalakvanê mafê mirovan û endamê desteya birêveber ya Komela Mezlûm Derê Selahettin Çoban encam da.

Birêz Selahettin Çoban da zanîn ku hêjî dosiya Êlçî di dadgehan de bê lêpirsîn maye û dewlet dixwaze weke kuştinek bikerê wê nediyar bide nîşandan.

Yasanas Selahettin Çoban da zanîn ku, girtin û binçavkairin li Tirkiyê berdewamî heye, dewlet dixwaze derbeya 15 Tirmeha borî bike behane û hemû hêzên opozisyonê bifetisîne.

Birêz Çoban derbarê girtina endam û hevserokên HDPê û endamên parlamenê de got, berî rewşa niha dewleta Tirk yên niha wan bi tawana terorê digirin û dixin di zînanan de, heman ew kesin yên ku rojane di danûstendinan de bûn û xebata bihevre dimeşamndin, lê çima di şev û rojekan de hevkarên xwe û kesên di parlamenê de weke terrorist nîşandan û hikûmetê helwesta xwe guherand û ew kirin di zîndana de, ev tê wateya ku mesele ne qanûnîye, ev pêla girtinan ji dervey qanûnê ye ew helwestek siyasîye, hîç bingeheke xwe ya yasayî nîne, weke Yasanas Selahettin Çoban dibêje.

Yasanas Selahettin Çoban
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:45 0:00

XS
SM
MD
LG