Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Amerîka Piştrast Dike Hejmarek Endamên Ewlekariya Afganistanê Hatine Kuştin


Çend endamên hêzên ewlekarîya Afganistanê di dema şerên li dij çekdarên Talîban.
Çend endamên hêzên ewlekarîya Afganistanê di dema şerên li dij çekdarên Talîban.

Leşkerê Amerîka roja Çarşembê piştrast kir ku, di êrîşeke hevbeş ya li gel hêzên ewlekariya Afganî de, ya li dij çekdarên Talîban li başûrê welat çend endamên ewlekariyê bi şaşî hatine kuştin û birîndar bûne, lê hejmara konkirêt ya qûrbaniyan neda diyar kirin bi tenê got bi kêmanî 8 kes hatine kuştin.

Piştrast kirina Amerîka piştî wê yekê hat, dema raportên navxweyî dane eşkerekirin ku, çendîn hêzên ewlekariyê di êrîşeka esmanî de li başûrê welat li herêma Nad Alî ya jêr kontrola Talîban de li Helmand hatine kuştin.

Ofîsa karûbarên giştî ya leşkerê Amerîkî li Kabûl da zanîn ku, niha lêkolîn derbarê bûyerê tên berdewam kirin, daku bihê zanîn kanê sedemên wê "bûyera nebaş", çi bûn.

Peyvdarekê Talîban da zanîn ku, hêzên leşkerê Afganî cilên Talîbanê liber xwe kir bûn û bosek li herêma Helmend li hember çekdarên Talbîna veda bû, lê dema firokên cengê ew dîtin, bombebaran kirin û bi dehan kes hatin kuştin.

Herêma Helmand weke herêma baladestiya çekdarên Talîban tê naskirin û piraniya herêmê di jêr kontrola wan de ye.

XS
SM
MD
LG