Reuters’ê îro Çarşemê ragihand ku li Pakîstan’ê, di êrîşeke xwekuj ya li pêş avahîyeke hikûmetê de 5 kes hatine kuştin.
Êrîş li Ghalanai, ku li bakurê rojavayê Pakîstan’ê li ber sînorê Afganîstan’ê ye, pek hat. Hêzên ewlehîyê dan zanîn ku êrîşvanekî xwe peqandîye û yekî din jî berî xwe bipeqîne hatîye kuştin.
Berpirsîya êrîşê Cemaat-ur Ahrar girt ser xwe ku ev rêxistin wek baskeke Talîbana Pakîstanê tê zanîn. Heman rêxistinê êrîşa roja Duşemê, ya li Lahor’ê jî girtibû ser xwe û dîyar kiribû ev destpêka rêzek êrîşên li dijî hikûmet, hêzên ewlekarî û rêvebirên dadê ye.
Piştî hin operasyonên berfireh yên di sala 2014’an de, ewlehîya Pakîstan'ê her çiqas li gor salên berê xurt bû jî Talîbana Pakîstanê û DAIŞ li wî welatî gefên mezin in û êrîşên bombeyî li dar dixin.
Hêjayî bîrxistinê ye, Cemaat-ur Ahrar, par, berpirsîya êrîşa Eyda Easter ya li Lahor’ê jî, ku zêdetirî 70 kes jîyana xwe ji dest dabû girtibû ser xwe.