Lînkên eksesibilîtî

Amerîkî Roja Spasdarîyê Pîroz Dikin


Amerîkî roja Pêncşemê Roja Spasdarîyê pîroz kirin ku kevneşopîyeke dûr û dirêj e. Li vê roja behnvedanê bi sed hezaran Amerîkî bi rêya firok, trên û otobusan serdana heval û hogirên xwe dikin.

Serok Barack Obama roja Çarşemê li Qesra Sipî bi awayekî adedî, canê 2 culixan bexşand ku jibo serjêkirina hatibûn amade kirin.

Li Roja Spasdarîyê ku nîşaneya hatina demsala zivistanê ye, Amerîkî li mala dost û hevalên xwe kom dibin û bi hevre elok dixwin.

Federasyona Ciluxan ya Netewî (National Turkey Federation) texmîn dike ku Amerîkîyan li Roja Spasdarîyê ya sala çûyî 46 mîlyon cilux xwarine.

Li vê roja taybet, hinêk Amerîkî jî demên xwe jibo rêxistinên xêrxwaz vediqetînin û xwarinên Spasdarîyê pêşkêşî stargehên bêmalan dikin.
XS
SM
MD
LG