Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Hewil Dide ku Firîngeha Stenbolê ji Dervayê Qedexeya Dawî Bihêle


Karbidestekî blind yê Tirk ji AP re got, hikûmet hîn hewilan dike ku firîngeha Stenbolê û kompanya netewî Xetên Esmanî yên Tirk (Turkish Airlines) ji nav qedexeya dawî ya ji alîyê Amerîka û Brîtanya ve derxînin.

Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkîyê Huseyîn Muftuoglu îro Pêncşemê Amerîka û Brîtanya rexne kirin ku berî qedexekirina alavên elektronîk yên wek serçok (laptop) di nav firokên ber bi Amerîka de, ligel wan neşewirîne.

Muftuoglu got ku divê biryarên wiha li hember kesên metirsîdar bêne girtin, ne jibo nerehetkirina rêwîyên normal.

Wî îdia kir ku Firîngeha Ataturk ya Stenbolê yek jî firokexaneyên herî ewle yên cîhanê ye, lê di êrîşeke DAIŞ'ê ya sala borî de pirtir ji 40 kesan li heman firîngehê hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG