Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn 2 Kesên Tîbetî bi Kuştinê Gunehbar Dike


Çîn 2 kesên ji Tîbet bi kuştina bi mebest li dema xwepêşandinekê dijî desthilata Çînî gunehbar kir.

Ajansa fermî ya nûçeyan Xinhua dibêje ku mêrê bi navê Lorang Konchok yê 40 salî bi cezayê mirinê hate mehkûm kirin, ligel lêborînekê bi du salan. Ev ceza pir caran dibe zindana bi qasî jîyanê.

Dadgeha li başûrê rojavaya herêma Aba ya herêma Sichuan herwisa cezayê 10 sal zindan bi xwarzîyê wî, Lorang Tsering yê 13 salî birî.

Ajansa nûçeyan dibêje, her 2 tawanbaran 8 kesên din li dema protestoyê germ kirine da ku agir bi xwe ve deyînin.

Ajans dibêje ku 3 ji wan 8 kesan di sala 2012’ê de agir bi xwe xistine û paşê mirine. Yên mayî jî bi biryara xwe, dev ji wê planê berdane yan jî ji alîyê polîsan ve hatine sekinandin.

Di sala 2009’an de nêzîkî 100 hemwelatîyên Tîbetî agir bi xwe xistine, wekî protesto li dijî desthilata Çînê ya ku di nêrîna wan de zordarîyê li herêmên netewa Tîbet’ê dike.
XS
SM
MD
LG