Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî Ketin Firîngeha Til Afar û Nêzîkî Bajêr Dibin


Hêzên Îraqî li Til Afar
Hêzên Îraqî li Til Afar

Hêzên Îraqî îro Pêncşemê giwaştina ser çekdarên DAIŞê li Mûsilê zêde kir ku rêya revîna Sûrîyê qut bike û pêşdeçûna ber bi deverên navxweyî ya rojhilata bajêr bidomîne.

Karbidestên Îraqî ragihand ku hêzên ser bi hikûmetê ber bi bajarê Tal Afar ya rojavayê Mûsilê ve nêzîk dibin û ketine hindurê firîngeha bajêr, di heman demê de ku hêzên ji başûr ve tên, nêzîkî firokexaneya Mûsilê bûne.

Heşda Şaabî bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku DAIŞê li gelek deverên firîngeha Til Afar bombe û mayin çandine û pisporên wê li nav firîngehê xebatên lêgerîn û bêbandorkirina wan berdewam dikin.

Hêjayî balkişandinê ye u kontrolkirina Til Afarê ku 50 kîlometre ji Mûsilê dûr e, wê bide gaveke mezin ya ber bi standina bajêr ji destê DAIŞê û Mûsil ji Reqa ya qaşo paytaxta xîlafetê li Sûrîyê bê qetandin ku ew jî niha di bin êrîşa HSDê de ye.

XS
SM
MD
LG