Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson: Amerîka Hemî Berpirsîya Eşkerekirina Agahîyên Manchesterê Digire Ser Xwe


Wezîrê Karên Derve yên Amerîka Rex Tillerson dîyar kir ku wan hemî berpirsîya eşkerekirina agahîyên veşartî yên êrîşa Manchesterê girtîye ser xwe.

Tillerson di serdana xwe ya Londonê de, xemgînîyên Amerîka yên ser eşkerebûna agahîyan ji karbidestên Brîtanî re ragihand.

‘’Serok Trump tavilê ferman da ku yên ku agahîyên erîşê eşkere kirine werin dîtin û bêne darizandin’’ Tillerson got.

Piştî eşkerebûna agahîyên veşartî, Brîtanya dabû zanîn ku bi Amerîka re bi awayekî demkî parvekirina agahîyên îstixbaratî rawestandîye. Lê, piştî Serok Trump bi Serokwezîra Brîtanya Theresa May re axifî û soza parastina agahîyên veşartî parvekirina agahîyên îstixbaratî jinûve destpê kir.

Tillerson, di daxuyanîya pêr Pêncşemê de soz dabû ku ewê kesên agahîyên veşartî belav kirine bibîne û ji Wezareta Dadê jî ser vê mijarê raporeke vekolînê xwestibû.

Wezîrên Karên Derve yên Amerîka dîyar kir ku tevî ‘’vê bûyera ne xweş’’ jî ewê peywendîyên xwe yên taybet bidomînin.

Tillerson bo 22 kesên di êrîşa Manchesterê de jîyana xwe dest dabûn, ji hevtayê wî yê Brîtanî Boris Johnson re sersaxî xwest.

Tillerson da zanîn ku ewê bi hevalbendên xwe re têkoşîna li dijî DAIŞ’ê xurttir bikin û terorîstan û tundrêyan biqewitînin.

XS
SM
MD
LG