Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Amerîkî Tillerson Îro Beşdarê Civîna G-20 Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson îro Pêncşemê cara yekê pişikdarî li civîneke navnetewî dike û li kombûna G-20 ya Almanya nûnertîya Amerîka dike.

Tillerson li ber e, bilî civîna G-20, bi wezîrên derve yên Brîtanya, Tirkîyê, Îtalya, Koreya Başûr, Japonya û Brezîlya jî hevdîtinan bike.

Di hevdîtinên dervayê civîna G-20 de, Tillerson dê herwiha ligel hevtayê xwe yê Rûsî Sergei Lavrov jî kom be.

Serokê Amerîka Donald Trump ragihandibû ku girîngîya wî di sîyaseta derve de xurtkirina karsazî û bazirganî ye û li ber e Tillerson jî di wê çarçovê de hîn hevdîtinan bike.

Wezîrê Derve yê Erebistana Saudî Adil el-Cubeir gotibû ku ewê bi Tillerson re civînekê bike ku tê de hemî mijar wê bêne axaftin.

Karbidestekî Amerîkî jî ragihandibû ku Tillerson di vê serdana yekê de pirtir dixwaze guhdarîya hevtayên xwe yên curbicur bike.

XS
SM
MD
LG