Lînkên eksesibilîtî

Tillerson dê Serdana Moskowê Bike


Wezîrê Karên Derve yên Amerîka Rex Tillerson

Reuters’ê ji zarê jêderên Wezareta Karên Derve yên Rûsya ragihand ku Wezîrê Karên Dervê yên Amerîka Rex Tillerson, dê hefteya pêş serdana Moskowê bike.

Berdevka Wezareta Karên Derve yên Rûsya Maria Zakharova dîyar kir ku ewê karbidestên Rûs, ji Tillerson ronîkirina êrîşên Amerîka yên ser Sûrîyê bixwazin.

‘’Tillerson ewê were Moskowê û emê ji wî re behsa ecêbbûna kiryarên wan bikin.’’ Zakharova got.

Piştî êrîşên Amerîka yên ser firîngeha Humsê, karbidestên Kremlînê nerazîbûna xwe nîşan dabûn û dîyar kiribûn ku peywendîya Rûsya û Amerîka bi awayekî tund zerar dîtiye.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG