Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson li Ewrupa Hevdîtinan Derheqa Kêşeya Sûrîyê Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson û hevtayê wî yê Îtalî Angelino Alfano
Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson û hevtayê wî yê Îtalî Angelino Alfano

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson di kelêka civîna wezîrên derve yên G-7 de, ligel hevtayên xwe yên Urdunî, Qatarî, Saudî, Tirk û Îmaretî, derheqa kêşeya Sûrî hevdîtin pêk tîne.

Tillerson, berî ku bo hevdîtinan here Rûsya, li Îtalya wê bi nûnerên hevalbendên Amerîkî bipeyîve ku derbarê bersîvdana li ser karanîna çekên kîmyayî ji alîyê Sûrîyê ve binirxînin.

"Em pêgir in ku li her derê cîhanê, kesên ku hember mirovên masûm tawanan dikin, bê ceza nemînin,” Tillerson got.

Wî dîyar kir ku Amerîka hîn jî bi nexşerêya navnetewî ku di sala 2012an de li Cenevrê hatibû danan, pêgir e û bi biryar e ku dawî li şerê li Sûrîyê bîne.

Wezîrê Derve yê Brîtanî Boris Johnson, Duşemê piştî hevdîtina xwe ya ligel Tillerson got ku piştî ku Amerîka bi muşekan li Sûrîyê xist, niha rewşa li erdê guherîye.

Johnson da zanîn ku ewê derheqa toleyên nû yên ser qumandarên Sûrî û herwiha endamên leşkerîya Rûsî ku êrîşa kîmyayî ya rejîma Esad kordîne kirine, gotûbêjan bikin.

XS
SM
MD
LG