Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîyasetvanê Kurd yê Navdar Ahmet Turk Hate Berdan


Hevşaredarê Mêrdînê, sîyasetvanê derîn Ahmet Turk jiber rewşa saxlemiyê îro Înê, êvarê hat berdan.

Turk di çarçova lêpirsîna serdozgeriya Mêrdînê hatibû girtin û ji şaredariyê hatibû dûrxistin.

Awuqatên Turk li dijî biryara girtina wî îtîraz kirbûn û dabûn zanîn ku gelek nexweşîyên wî hene ku rewşa saxlemîya wî rê nade ku li girtîgehê be.

Parêzer Zeynep Ceren Boztoprak destnîşan kir ku hem temenê wî mezin, hem jî rewşa saxlemîya wî ne musait e ku ew li girtîgehê bimîne jiber ku divê ew di kontrola doktoran da be.

“Di dilê Turk de pîl (baterî) heye, gelek nexweşîyên wî yên din jî hene. Gumana çûyîna derveyê welêt tuneye. Loma dadgehê biryara berdanê derxist, lê ew bi şerta ku sê roja carek îmza bide û ji welêt dernekeve.

Hêjayî gotinê ye Wezareta Karê Navxwe di 17’ê Mijdarê de Turk ji kar send û di cîhê wî de walîyê Mêrdînê wek bajarvan erkdar kir. Di 21’ê Mijdarê de jî bi îdiaya endamtîya rêxistina terorê hat desteser kirin û di 24’ê Mijdarê de hat girtin.

KHF_2_3_17_Ahmet_Turk
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:37 0:00

XS
SM
MD
LG