Lînkên eksesibilîtî

Artêşa Tirkîye Dibêje Dawîbûna Operasyona Bab'ê Nêzîk E


Artêşa Tirkîyê îro Înê ragihand ku hêzên wê bajarê Bab'ê hema hema bi tevahî ji DAIŞ’ê standiye, lê Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) radigihîne ku DAIŞ hîn 90 ji sedê bajêr kontrol dike.

Bab 30 km li tixubê Tirkîyê dûr e û ji Tebaxa borî vir ve armanca serekî ya artêşa Tirk e ku çekdarên tundrê yên DAIŞ’ê ji sînorên xwe dûr xîne û rê li ber destketinên Kurdên Sûrîyê bigire.

Bi destxistina Bab'ê, Tirkîye herwiha armanc dike ku bandora xwe li Sûrîyê pirtir bike û herêmeke tampon ya dûrî sînorên xwe ava bike û ber bi Reqa ve operasyoneke bi Amerîka re pêk bîne.

"Operasyona bi giştî kontrolkirina herêma Bab'ê ber bi qedandinê nêzîk bûye, berxwedana koma terorê, DAIŞ’ê jî bi giranî hatiye şikandin," daxuyanîya artêşa Tirk ragihand.

Lê, Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan yabingeh li Brîtanya got ku hêzên “Mertala Firatê” ku Tirkîye piştgirî dide, nekanîne pêşketineke mezin bi dest bixin.

“Dewleta Îslamî hîn jî 90 ji sedê bajarê Bab'ê kontrol dike û topbaran û êrîşên esnanî yên Tirk di nav 48 demjimêrên dawî de 45 sîvîl kuştine ku 18 ji wan zarok in.” SOHR'ê ragihand.

XS
SM
MD
LG