Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Du Hemwelatîyên Tirk jiber Êrîşa Ser Xwepêşanderan Digire


Du hemwelatîyên Amerîka yên bi eslê xwe Tirk, jiber êrîşa ser xwepêşanderên aştîxwaz hatin girtin.

Di serdana Serokomarê Tirkîyê Recep Erdogan ya li Washingtonê de, li pêş avahîya balyozxaneya Tirk, di navbera alîgirên Erdogan û xwepêşanderên ew protesto dikirin de alozî çêbûbû.

Di girjîyê de 11 kes birîndar bûbûn ku 9 ji wan bo nexweşxaneyê hatibûn veguhastin.

Polîsên Amerîkî dîyar kirin ku Eyup Yildirim yê li New Jersey û Sînan Narîn yê li Virgînîa, jiber êrîşkirina ser xwepêşanderan hatine girtin.

Êrîşa li dijî xwepêşanderan di bîragiştî ya Amerîka de deng vedabû. Karbidestên Amerîkî li dijî Tirkîyê bertekên tund nîşan dabûn û xwestibûn ku hesabê êrîşî were pirsîn.

Hefteya borî jî Kongresê bernîvîsa şermezerkirina parêzkarên Erdogan pejirandibû.

XS
SM
MD
LG