Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibêje Wê 5 Êrîşvanên Berguman Desteser Kirine


Di vê fotoya arşîvê de hêzên ewlekarî yên Tirk piştî êrîşa li Stenbolê nobedarî dikin
Di vê fotoya arşîvê de hêzên ewlekarî yên Tirk piştî êrîşa li Stenbolê nobedarî dikin

Reuters'ê îro Înê, ji nûçeya Ajansa Anadolu ya dewleta Tîrkîyê ragihand ku 5 berguman hatine desteser kirin ku ji roja referandumê re hazirîya êrîşê dikirin

Ajansê da zanîn ku 3 ji bergumanan ser navê DAIŞ'ê amadekarîya êrîşê dikirin. Her duyên din jî, ku yek ji wan bi eslê xwe Tacîk e, berê li herêmên cengê bo rêxistina tundrê êrîş li dar xistine.

DAIŞ'ê hefteya borî ji rojname û kovarên xwê, bang li çekdarên xwe kiribû ku di roja referandumê de, ku vê Yekşemê ye, li navendên dengdanê êrîşan li dar xînin.

Li Tîrkîye di êrîşeke DAIŞ'ê ya ku sersala 2017'an de li klubekê şevê pêk hatibû, 39 kes hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG