Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerekî Din yê Tirk li Hindurê Sûrîyê Hate Kuştin, Hinekên Din jî Birîndar Bûn


Ajansa Reuters ragihand ku leşkerekî Tirk di êrîşeke bomeyê de li nêzîkî bajarê Bab ya Sûrîyê hate kuştin. Di êrîşê de yek ji wan bi granî, jimareke leşkerên din jî bi giranî birîndar bûn.

Reuters ji zarê karbidestên Tirk raghand ku leşkerên birîndar ji Entabê re hatine birin û dermankirina wan li nexweşxaneyên wî bajarî têne kirin.

Êrîş di çarçoveya operasyona Mertala Firatê de qewimî ku gelek tank û topên artêşa Tirk, jibo dûrxistina DAIŞê ji nêzî sînor û pêşgirtina Kurdan li nav Sûrîyê ne.

Bi alîyekî din ve, artêşa Tirkîyê ragihand ku firokên wê yên ceng li herêma Babê li 13 armancên DAIŞê xistin û 23 endamên wê rêxistina tundrê kuştin.

XS
SM
MD
LG