Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pirsgirêka Rehînegirtina li Nexoşxana Stenbûl Bidawî Dibe


Roja Çarşemê, hind raportan dan zanîn ku, li bajarê Stenbûl hejmarek Dixtoran ji aliye çekdarekî ve barmite hatbûn girtin, lê ew hatin azad kirin bê kû ziyan bigehe kesekî ji rehînan.

Media Tirkî da zanîn ku, dixtorekî nexoşxana (Cerah Paşa) li Stenbûl gotiye, hemû hevkarên wî serbest hatine berdan, bê ku ziyan bigehe yekî ji wan, niha hêzên ewlekariyê hewil didin kesê çekdar razî bikin da kû xwe radest bike.

Çavkaniyên hikûmeta Tirkiyê dibêjin ew bûyera li nexoşxanê pêkhatî zêdetir girêdayî pirsek tawankariyê ye, nek hewildanek terorê.

Zekayi Kutlubay Dixtorê di asta bilind de li nexoşxanê gote rojnamevanan, pirsgirêka barmite girtinê pêk nehatiye.

Ajansa AP ragihand ku pirsgirêk ji encama aloziyekê derketiye ku polîsekê nexoşiya deronî hebû, li heman nexoşxanê çareserîya nexoşiyê didît bûye sedema derketina panîkê û alozî peyda bûye.

XS
SM
MD
LG