Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye: Endametiya Yekêtiya Ewrupa Ne Bijara Tekane Ye


Turkey Migrants Turkey EU flag
Turkey Migrants Turkey EU flag

Dîplomatekê Tirk yê di astek bilind de, ragihand ku endametiya Tirkiyê di Yekêtiya Ewrupa de giringe, lê ew ne bijara tekane ya tirkiyê ye.

Omer Çelîk wezîrê nû yê têkiliyên Tirkiyê bi Yekêtiya Ewrupa(YE) re, di kabîneya Serokwezîr nû Bînalî Yildirim de, roja çarşemê daxuyaniyek da, Çelik rexneyên xwe arastey welatên YE kirin û got, ew di şerê li dij terorê de dualî tevdigerin.

Daxuyaniyên Omer Çelik di wê demê de hatin , wexta ku, alozî di navbera Yekêtiya Ewrupa û Tirkiyê de berdewam dikin, bi taybet derheqa lihevhatina tirkiyê û welatên YE liser derbasbûna welatiyên tirkiyê ya nav axa welatên endam di peymana Şîngenê de, li hember ku, tirkiyê yasa xwe ya dijî terorê bi guherîne.

Lê tirkiyê ev daxwaza Yekêtiya Ewrupa red kiriye û dibêje ew ne di amadene destûra xwe biguherînin, li hmebr welatiyên wê bê vîze derbasî welatên YE bibin.

Berpirsên tirkiyê derheqa peymana penaberan ya di navbera herdu aliyan de, welatên Yekêtiya Ewrupî tehdîd dikin û dibêjin, tirkiyê dê peymanên bi ewrupa re rawestîne eger ew xerciyên penaberan û pereyên ragirtina wan ya çûna welatên Ewrupa nedin tirkiyê.

XS
SM
MD
LG